zor girane
Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
1 Xulek
419 Dîtin
’îşq derdêkî dijware be sanayî têmegen lawan
hezaran qeysî mecnûn kird henasey bay zulf xawan
giřî girt yan wekû ałtûn le botey ’îşqî tawawe
kemend û dîlî dawane denałênê lenaw dawan
le şaxan çeşnî ferhadî le bêstûnî muḧîbbetda
ferîbî xurad û serî nawe be mekir û ẍemzey çawan
bebê «same» le xinkanî berey ’aşiq, tirs kanî
le darî da be keyfî xoy bebê suç û bebê tawan