le sayey kesb û sin’et min be nêrî hatme dinyawe

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  483 Dîtin
le sayey kesb û sin’et min be nêrî hatme dinyawe
lebo nanî minetbarî řyabazîm fiřê dawe
ne min zig piř dekem bo kes ne dêw û cin esûtênim
ne kotê řîşî bê îşî û ne mendîlim leser nawe
ne şêxî ’azebanim dêw û cinîy bêne jêr ḧukmim
biłêm emyane qerqeş ewî tir seřseřî nawe
ne şêxim bey’î cennet kem ne kes daxil be dozex kem
welî’ehdî xwa nakem be nawî zehd û teqwawe
le çiłkî pirç û pelkem çî le keşkoł û ’eba çî bikem
kesê nawî beşer bê ḧuř bijî merdane tamawe
ke dîm tezbîḧî destî sofî û bermałî serşanî
muḧeqqeq bû lelam herdû be dane û dawî danawe
be řûtî nageřêm û terkî dinya enbya neykird
hewa û nefsî beşer qet’en lebo hîç kes nekujrawe
dyanet key le cêgey sin’et û kesb û felaḧet bû
silûkî to be min çî hîçkesê bo kes nexułqawe
felek bo her kesê gerdiş eka îqbalî řûnake
keçî bo qewmî ême çep eçerxê ’eksî hênawe
yekê jînî be haware yekê keşkoł û řeşmare
beser hîç kes neye xalq ewî lem qewme qewmawe
giřî sînem biłêsey senduwe wa’îz meke men’im
wekû qeqnes becarê cerg û dił yekdef’e sûtawe
eger bêt û le dinya tê negey weḧşet gelê xoşe
lelay nûstû xefet nabê xeber xembar û damawe
zimanim kołe řêy teḧrîr û teqrîrim nema çî bikem
we’îlla fîkirî min erzî xeyałî bîkirî kêławe
çi lazim ey tebîb nebzî desim egrî be bêhûde
le gêjawî meraqa ẍerqe muftîNasnava edebî taze xinkawe