lam waye jînî ’alem be hewł û îş û kare

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  453 Dîtin
lam waye jînî ’alem be hewł û îş û kare
temeł xeyałe najî ta mawe pest û xware
biřwane karî çerçiłNava taybet, řuzfelitNava taybet û hem ---Teksta ne aşkira
’ezim û subatî hersê wek řoje şu’ledare
wa’îz ke we’zî fermû bê sûde hewł û koşîn
’îlmî nebû be ayet bêçareyîy hejare
fermûye zatî yezdan bo nan û jînî însan
bê řenc û bê teqella beşer zelîl û zare
qesem be zatî barî bo dewłemend nebarî
êste ke latî caran yekî be sed hezare
zor kes le pêşî ḧerba çawî le destî min bû
emřo keçî dilêr û xawen dest û telare
yezdanî min legeł ew yek bû be taq û tenya
bo çî be çinge bo min bo ew be koł û bare
zor kes beşer ebînim sofî û pepûle řenge
be řeng meřî hejare be hełmet gurgî hare
çingałî çingî tîjî xistote cergî merdim
kêşî eka becarê eykate mułk û pare
bîzane ger nezanî bê şik esasî řence
herkes ke nawî berzî le ’alema dyare
bo çî yekê le qesra şoxî eka be dinya
yekê kesîf û kewtûy kûçe û kenarî şare
umêde çerxî gerdûn sûřê bida beçakî
řêkî bixa legełman herkes ke çewt û lare
em ax û dax û derde lafawî dê beserda
awatî dił bedî dê nizîke em behare
muftîNasnava edebî ke şî’rekanî wa germ û agirîne
diłî becoşe daym derûnî piř ce xare