dił le dewrî şem’î leyla her wekû perwaneye

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  493 Dîtin
dił le dewrî şem’î leyla her wekû perwaneye
qelbî bêhoşim letawî her demêk dêwaneye
wa le řêgay dîdenî yar hatuço ta key deka
derd û segmergî hetakey karî em dewraneye
ateşî ’îşqî zuleyxa wa bisûtê lew diłem
carê nanorê le laşem her wekû wêraneye
zîllet û zarî û fîraqet wişkî kird xwênî ciger
pasewaney dergey to bê beşî derganeye
we’dey wesiłit be min da bo nehat we’dey wefat
keyqubade min ’ecem nîm meyxere ew xaneye
xusrewî bextit leser min şîrînî kirde merg
xaneyî sebirim giřî girt çî bû ew peymaneye
samîNasnava edebî bê hoşîm yeqîne hat û xistimye xeter
. . . . . . . . . .Teksta ne aşkira