derdî ’îşq girane ke pêwey řîswa bî

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  310 Dîtin
derdî ’îşq girane ke pêwey řîswa bî
ger erestotalîs bî be laşe pêy ça nabî
ger bitbê ’umrî nuḧî lew beyney takû mawî
denałênî mecnûnî agat le jyanî nabê
be řoj her dił ẍemgînî, be şew her denałênî
karî to her giryane sed bezmî kew qaqa bî
da’îm her derd û mîḧnet carî le lat ḧesrete
ger ḧepis û zincîr bikirê diłit lela gîr nabê
carêkî samî naka wek perwane bêdenge
herdem le hełfiřîne nesûtê dabîn nabê