boyê şêt û şeyda bûm çunkî yarim torawe

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  341 Dîtin
boyê şêt û şeyda bûm çunkî yarim torawe
be zimanî bedkarî be do’ay bextim şorawe
ne şêt û ne şeydame, lomekar û řîswame
řeqîbanî bêwîcdan dełên ’eqłî gořawe
hewrî nemîm û duřiř û temî kird xurşîd win bû
boyê şew hat bo nałîn pêçey zułfî dadawe
ełên ey çerxî gerdûn çendanit kird be mecnûn
ew hejarey deybînin perîyan destyan lê dirawe
memkuje be derdîser, lêmdey mijey wek xencer
řeḧmê bike be ḧałim ke ’alem lêm hestawe
ew yare dîde kałe gutî besye menałe
key baweř deka bulbul ke xunçey lê řencawe
xeyałî xawe řeqîb samîNasnava edebî le fikirî tebîb
řeqîb lew dû řêgaye le şeytanî xizawe