řołem were gwê bigre qisem çende ḧezîne

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  346 Dîtin
řołem were gwê bigre qisem çende ḧezîne
seyrî diłî bêçare ke her karî girîne
bo toye le fikirî şeref û řêgeyî jîne
babê ke le şer’aye liqî mezheb û dîne
wa’îz leser em fikire le min dayme beqîne
gwê megre le wa’îz nîyetî ’îlmî jyanit
hewłê bide bo sin’et û bo řêgeyî nanit
saziş ke legeł řoj û legeł çerxî zemanit
merdane bijî çiş le des û zeḧmetî şanit
bê filsî û bê nanîye her mirdin û şîne
řencê bide ta gencî lebo ḧałetî pîrî
nanit ke bibê ḧuř bî le jûr xan û emîrî
ger pirsî le min bo çî weha zar û zwîrî
nayzanî çi derdêke kuřim derdî feqîrî
bê seyrî derûnim ke hemû zam û birîne
wextî quwetim serserîy û cahil û bêkar
sûřamewe wek weḧşîy û dêwaneyî nawdar
nemzanî berengarim ebê axrî azar
emřoke le xew dûrim û huşyar û xeberdar
řîşim sipî û laşekeşim taze bê tîne
têfkire le dinya piřî aşûb û bełaye
pak hewł û teqellayetî her qewmê lelaye
be’zê be heway mîllîy û be’zê be ẍezaye
bo girtinî xakî em û ew bezim û heraye
em cenge leser toye lebo xak û zemîne
dwakewte û jêrkewte bebê sin’et û ḧîkmet
kewtûnete jêr barî keşakeş be meşeqqet
tapoye le seryane beşî girtin û zîllet
bînase çi qewmêke yexey girtuwe weḧşet
qewmêke xewałû serî her çespî serîne
muftîNasnava edebî le ’îraqa ke weha nawî biławe
bê serwet û bê mułke ne nanêke ne awe
bêẍayeperistî le ẍema piştî şikawe
nawbangî le pênciwênNava taybet û heta besreNava taybet û fawNava taybete
memnûnî gelawêje kemerbesteyî jîne