diłim emřoke piř zewq û zimanim xencerî têje

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 3 Xulek  843 Dîtin
diłim emřoke piř zewq û zimanim xencerî têje
leber çawim piłingî şêrkujî çabuk ełêy gêje
ser û małim fîday merdêk ke wa bê tirs û heqbêje
le şewqî nîştiman û şu’le estêrey gelawêje
birîn û zamî cergî piř le som û pakî sařêje
leber çawim xerîkî xendeye xakî weten řengî
lenawya la’eçê kemkem şeř û şor û hera û cengî
be zêřî ’alemî nadem seraser komełî sengî
eger baweř eken tepłî beşaret day le gwêm dengî
mełên em şa’îre dêwaneye yan şête yan gêje
zemanêke bînay fikirim becarê perit û řûxawe
nema xizmet lebo hozim biřa ew şî’re lêşawe
ewa emřo seba mujdey lebo dił taze hênawe
ełên ew karwaney komełî kurde becê mawe
kemî mawe necatî bê le em hewraz û em lêje
temaşa jînî xełkî ke eger nêrîne û pyawî
çi jînêke ewî ’ebde lenaw xełka nebê nawî
heta key mest û bêhoşî heta key kwêrî bê çawî
bira gerdinkeçî û meḧkûmî xorakêke jehrawî
dexîlit bim neçî bîxoy biřo têy hełde bîřêje
lebo nanî minetbarî nekey ḧuřřî le dest berdey
řefîqî to hemû beydaxe to daym lebin perdey
eger carêk be serbestî bijî sed car ełêy oxey
le mîwey baxî azadî kesê bîxwa ełê hey hey
ke mîwey cennete hatote dinya heste bîçêje
le serbestî û le azadî kesê bêzare namerde
le wextêka ke bê denge biłê ya dare ya berde
le wextêka ke dengî dê biłê weḧşî kej û herde
desa boçîme ba bimrê serapay her xem û derde
eger çî zînduwe her mirduwe ....Teksta ne aşkira bînêje
weha çake lemew la řû le zanist key le zor û kem
beserçû xizmetî tepił û def û şane û qij û perçem
ebê yek řêge bo berzî weten bigirin be destî çem
lesertan beşke zû laçê temî cehil û meraq û xem
lekwê serkewtinî ẍerbî be do’a û kirdinî nwêje
ewî îşî kewşdanane bo bêgane her ker bû
be hîçî danenêy çake ebê nawî binêy mirdû
we ya darêkî wişkî gendełî peřpût û babirdû
kesê larî le serbestî eka muftîNasnava edebî temenna zû
keř û lał bê lepaş kwêrî be awłe û derdî sûrêje