tuxwa key yarim yarim her min bo to xemxiwarim

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  320 Dîtin
tuxwa key yarim yarim her min bo to xemxiwarim
bo demkujî be derdan ta key le jêr azarim
be yadî çawî kałit be zułf û lêwî ałit
gîrode û meftela bûm be daw û daney xałit
her min nazit dekêşim hetakey wa derwêşim
şêt û şeyda le şaxan bo to axî bikêşim
cwan û dił řakêşî dermanî diłî be hêşî
samîNasnava edebî bikujî be derdan kêye nazit bikêşî