mijekanî wekû tîre lenaw qewsî dû ebro

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  280 Dîtin
mijekanî wekû tîre lenaw qewsî dû ebro
lêy mede lew xakî ẍerîbî bêtewe serxo
layê be zincîr û kemendî layê be agir
zanîme ke fewtawe diłim bo çîye řo řo
pişkutnî guł têpeřê lew bulbulî xoşxiwan
set axî be dił û nałe û hawarî seḧer bû
řojî ke wa bergî şehîdît hawête milî min
çend kirdim û nemtanî ke wa neykeme berxo
wextê tîrit le ciger dam wek darî seru bûm
îmřo ke çemîwe û gerdenî hatîte ejno
dermanî bike û çareyî dû destî şikawim
çarêkî nîye ẍeyrî emey bîxeme esto
samêkî nema medreseyî ’îşqî lelay min
wek tirsî şika sebebî ew kes nebû her to