çeşim û nîgeh û dundan û leb û xunçe be tengî

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  304 Dîtin
çeşim û nîgeh û dundan û leb û xunçe be tengî
wekû darî seru dête hejan qametî şengî
dehejê wek çiłî em gułe win bû bê le xunçan
qumrî sîfet û lehceyî şîrin wek gułeřengî
ke lemlanî kezî suḧbet û cewlane be řengî
ḧelqe û pêçî deden le şikil marî decengî
gerden û ẍebẍeb xał û xet û ew zułfî perêşan
hełdefřênî diłim wexte leboy bibme feřengî
ke nesîm dê dehejê guł û bulbul ke denałî
ḧeqe ’aşiqî bêçare ke şeydaye le dengî
be tacî keyu û feyruz û hezar mułkî fereydûn
leşkirî dêw û dilêr û perî û mîhter û zengî
cabul û řostem xawer û keyka cemşîd û camî
fîday xunçeyî dû dû ke nesîm dêt û delengî
etłese ’îşqî ẍewwase diłim najî bebê ew
lew beḧrî be da’îm degeřê lêy be nehengî