bulbulêkim min le baẍî pasewanî xunçeme

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  298 Dîtin
bulbulêkim min le baẍî pasewanî xunçeme
řoj û şew karim girîne ta seḧer dê nałeme
dû gule bo kuştinî min zerd û sûre el’eceb
xo eger bê pêm bida yar çî teleb ka her keme
sîne befrî çaw xumare řû le min ke řûbeřû
lade pêç û zexme cergim întîzarî melḧeme
pêm ełê to bo denałî derd û ḧałî xot biłê
her be xende û pêkenîn dê lêm depirsê dem deme
besye giryan û fîẍanit nałe nałî to çîye
agadarim min le ḧałit ba bimînê ew ẍeme
ta řeqîb û dujminanit piř le çawyan xołekem
şew lebo min wek supêre řojî bizrî pêçeme
«samîNasnava edebîye» to bo depirsî ayînî xot pê biłêm
pê bizane berdî eswed cêy meqamî sucdeme