ew dił dizey şadze nayete hawarî min

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  306 Dîtin
ew dił dizey şadze nayete hawarî min
ew yarî çaw mamze bûyte girye û zarî min
’ezyetim ta key eda tîrî mijem lê eda
keynê we’dey pê eda yarekey xemxiwarî min
tuxwa řizgarim bike řeḧmî be ḧałim bike
were tîmarî bike qelbî biřîndarî min
seḧer dê bo guł çinîn gułî baẍ û yasemîn
her be qaqay pêkenîn deyba bo xunxiwarî min
dem be xende û yaranî bo ḧałî min nazanî
firmêskî le çawanî coge û cobarî min
wa le şaxan dête xwar le ḧesret û derdî yar
tuxwa yarî çaw xumar wa meke derbarî min
sundusî leber deka bo kuştinî min wa deka
mujdey tîjim lê deda û naşîka tîmarî min
sen bax mene ey gwîzalTirkî dudaẍ ałî dîdekał
samî baẍ mujdey wîsał ahe ’elemdarî min