min be çeşnî bulbulan deçrîkênim bo gułan
Li pirtûka:
            Dîwanî Samî Ewdal
        Berhema:
                Samî Ewdal (1910-1985)
        
             1 Xulek
             896 Dîtin
        
        
    min be çeşnî bulbulan deçrîkênim bo gułan
lebo guł û guł xunçey aramî derdî diłan
aramî derdî diłim, to guł û min bulbulim
çaweřêy bay şemałim pêm bida mujdey beyan
pêm da mujdey beyanî noş kem awî xunçanî
wekû bulbulî ser çił her çirîke û neẍmexwan
deçrîkênê bo xunçey bo çîtî tacî keykey
samîNasnava edebî toş her binałe lebo zułfî perêşan