ey ḧebîbe întîzarim hedyeyî to bo nehat

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  292 Dîtin
ey ḧebîbe întîzarim hedyeyî to bo nehat
çaweřêy namey wefatim key nesîm dê pêm dedat
pêm kerem key baẍewanî bo seba bê dił be taw
sed guł û xunçet le baẍî dwî ke ferzin bo zekat
musteḧeqî ateşî řûtim bisûtêm bê gunah
lelayê řûy to bibînê ba bisûtê dił ke hat
dił ke řenca kewte dawî derdî ’îşqî bê seda
tûndî bestawe be dawan bo we’deyî piř wefat
zîlletî samîNasnava edebî hetakey yarî bê şerit û beqa
sed ḧeyf giştî be ba çû ba bigryem bo ḧeyat