wek diłî minit řenceřo kird yaxwa kost kewê
Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
1 Xulek
463 Dîtin
wek diłî minit řenceřo kird yaxwa kost kewê
nayełê satê řeḧet bim her dełê yarim dewê
ga esuřêm ga egrîym kar û pîşem zarîye
şew ke dahat ta beyanî xew le çawim nakewê
min egryêm û fîraqim ḧesretî min sûtne
ba bisûřê dił le dewrit her denîşê hełkewê
ger deçim bo dîdenî ew xunçe sûre el’eceb
ew řeqîbe çeşnî cinnî dê lelaman werkewê
kewte zîndanî muḧîbet ay řefîqan dił be taw
zor girane derdî ’îşqî feylesufe serkewê
ey ’ezîzan dił be xoşî kewte perwaz bo fiřîn
bulbulê bû zor be awaz nem’ezanî kewte wê
taze zanyûme ke ḧepse ḧepsî kirduwe bo selb
řojî kuştin to men’ ke nek řeqîbim bête wê
ḧałetî jînim nemawe dił lebo da nakewê
wey le bê bextîm çi qewma zîlletim la nakewê
şîn û giryan û fîraqit paşî samîNasnava edebî bo çîye
boçî ḧepist kird le zîndan nabê carê derkewê