kiraseket ketane herçend ke çawit cwane

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  431 Dîtin
kiraseket ketane herçend ke çawit cwane
carê ke lutifit bêtin eḧwałî min bizane
wek bulbulî le baẍan neẍmexwanim le daxan
le diłda zor ḧezîne wa tê megen yarane
be ’înwan çawekanî dête hejan zułfanî
ca ke deřwa û delengê çende leber diłane
besye giryan zarî be yarêkî xemxiwarî
bo xot were hawarî ew mecnûnî dêwane
bêne lebom pyałe ten sipî û dîde kałe
bulbul deçte naw baẍan bexwa her bo xunçane
samîNasnava edebî derdî girane yar bê şerit û peymane
bê peymanî yar nebê bo le deşt û kêwane