wek kotrî naw lîme ke deřwa be giranî

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  269 Dîtin
wek kotrî naw lîme ke deřwa be giranî
her ’aşiqî bê çareye lew derde bizanî
ke şeydaye le seḧra û çya wekû mecnûn
bê bake îtir degeřê ka cê û mekanî
mekanî nîye hergîz ke lay yare diłî ew
řanagrê şahî ’ecem û řom be sepanî
wek wîrd û zîkir her ẍemî leylaye le zarim
kotir û bulbul û xunçe ewa bûn be behanî
mujganî wekû tîrî ’ereb piř demî xwêne
kafir nîye xo dił û toş salarî ẍezanî
yar lutfî bika û merḧemet û perçemî lada
bibînî xurşîdî řuxî muḧtacî çiranî
ew gerdenî bellur û demî teng û lebî ał
ke sîne bibînî le fîkirî baẍî sebanî
kê bû sebebî nałe û zarî min û mecnûn
pêy nawê binûsî be qełem naw û nîşanî
layê le sebir layê le ẍedir ke ’emir çû
têpeřî samîNasnava edebî îtir çi bû ’emrî cewanî