meken men’im be řîswayî řefîqanî wefadarim

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  317 Dîtin
meken men’im be řîswayî řefîqanî wefadarim
perêşanim be řengêke le ḧałî xom ke bêzarim
leboyê mat û ẍemgînim nemawe ḧałetî jînim
miḧałe min necatim bê meken tekbîr le tîmarim
ne luqmanKes û ne eflatûnKes ’elî sînaKes û eristoKesşa
belaşin bo biřînî min biłên yar bê be hawarim
desûtê dił denałênê be dû çaw xwên debarênê
leboyê xwên le çawim dê be mujganî biřîndarim
çi řîswa û çi bê bextim bizanin min be çî keftim
qezay dû řû minî kuştuwe leboyê zerd û bêmarim
’efum ke tuxuda leyla newek bimirim be mecnûnî
le min ’aciz mebe herwa hejar û dem be hawarim
eger ’aciz nebî to lêm hezar bezmî keykaKes û xusrewKes
lelam peşme eger carê eto pirsît le eḧwarim
etirsim min le zułfî to û mujey tîjit wekû xencer
le qîser çon etirsim eto yek bî le ensarim