bałayî şil û şoxî wekû serwî řwawe
Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
1 Xulek
444 Dîtin
bałayî şil û şoxî wekû serwî řwawe
’îlletî dêmî nebê xunçe piř demî awe
ew zułfî wek ’ember û mîsk û semenî xawe
ser ta pa qedî girtuwe çîn çîn û daw be dawe
memxere zincîrî elem û sicnî zenexdan
fîkirî çîye axo diłî wa bestî be dawe
řeḧmet nîye bê řeḧmî legeł ême ’ezîze
tuxwa bimkuje memxere nêw beḧrî beławe
ger cennete ger agire wa çawî le řête
bo nameyî min mawe le dem badî sebawe
ey bulbulî ẍafil mebe nizîke beyane
şew têpeřî nizîke seḧer wa demî dawe
herçende ke sułtanî emin řehberî tome
ew ’erşî hete sabtî serşanî gedawe
fexrê meke bew ḧusne we ger to hete ey yar
ew gencî ke hete le nezir lutfî xudawe
herçendî ke kujrawî mujey toye bebê sam
lew zîllete dûr kewtewe xo ça bû ḧesawe