behare fesłî gułane dê çirîkey bulbulane

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  329 Dîtin
behare fesłî gułane dê çirîkey bulbulane
çiłî gułan dehejênê lew dirext û naw baẍane
dê çirîke û dengî bulbul denałênê bo xunçey guł
minîş xemxor û xemnakim bo yar ḧałim perêşane
bo yar û wa ḧałim perêşan be řoj û şew nałe û giryan
boyê daym her le zarîm yarî bê şerit û bê peymane
bexwa yarim herzegoye çi bakî şîn û řořoye
le bê řeḧmî û bê wefayî her leser fîkirî carane
hêşta leylem pê nazanê biłê mecnûnekem kanê
xo carêkî samî naka le çol û çya û byabane