wek debînî perçemî boy denałî dił ḧezîn

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  263 Dîtin
wek debînî perçemî boy denałî dił ḧezîn
wek sipahî bilẍ û řome dête xwarê çîn çîn
dête ser řûy qemer wa dane dane zułfî xaw
êkî tir nabê wekû ew hat bê bo řûy zemîn
dête tedrîb xwênřêj řêzî kirduwe dawbedaw
pêk dełên bo xwênřijanî xwa key ême emîn
herwek teyrêkî małî dane xorî peř şikaw
ger le bê hoşîm nebê bo dême fikirî fiřîn
tîjî kird şîşî ebroy keynê ḧez katin be taw
dête ser sîne be yadim bo temaḧî serbiřîn
nemrê samîNasnava edebî demînê coşî nemrînî be aw
zor dilêre nefsî bedxu ya îlahel’alemîn