wek debînî perçemî boy denałî dił ḧezîn

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  264 views
wek debînî perçemî boy denałî dił ḧezîn
wek sipahî bilẍ û řome dête xwarê çîn çîn
dête ser řûy qemer wa dane dane zułfî xaw
êkî tir nabê wekû ew hat bê bo řûy zemîn
dête tedrîb xwênřêj řêzî kirduwe dawbedaw
pêk dełên bo xwênřijanî xwa key ême emîn
herwek teyrêkî małî dane xorî peř şikaw
ger le bê hoşîm nebê bo dême fikirî fiřîn
tîjî kird şîşî ebroy keynê ḧez katin be taw
dête ser sîne be yadim bo temaḧî serbiřîn
nemrê samîPen name demînê coşî nemrînî be aw
zor dilêre nefsî bedxu ya îlahel’alemîn