dayma mat û melûlim ẍem le diłma baqîye
Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
1 Xulek
454 Dîtin
dayma mat û melûlim ẍem le diłma baqîye
na’umêdim bo dekey toř û le min ke saqîye
çaweřêy şûşey şeřab û dest û pencey to dekem
wek şewe řojim le tawit bezim û xoşîm tarîye
ba le dûrî to nenałim besye barî mîḧnetit
min le destim hîç nemaye ’îlletî naçarîye
mar le sîne û gerdenî da destî bo bird pêkenî
wek denorme dest û pencey kezyekey řeşmarîye
leser ew derd û hîcre to were bew daxe bimre
derdî řeqîb zor girane û daxî wî serbarîye
bimînê ew ẍemane dezanim derdit girane
êsta carê meste «saqî» bes binałe samîNasnava edebîye