bałayî şil û qametî şîrînî wekû beydaẍ

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  270 Dîtin
bałayî şil û qametî şîrînî wekû beydaẍ
dehejê şeng û şil û be hewes dête derî baẍ
lew řojewe ke řoyîwe diłim bê ser û şwêne
wa zîze le min torawe ewa bê ser û soraẍ
xełqî be hewes dêne behar û xo minî mecnûn
min le behara xeste dił û nemdîwe serî saẍ
xom gutme diłî xom û etirsêm min ke wekû ’ad
ew baẍî îremî wasi’ û wa piř keser û daẍ
peykarî to bew kare deçê wa besyetî nałên
le esturî pisawe ewîş bew serwetî perdaẍ
bê taqet û pîrî kê wekû min samîNasnava edebî nemawe
çîye ew bezim û herraye ey axir şeřî ałçaẍ