muḧîbet derdêkî pîse mełên karêkî hasane
Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
1 Xulek
486 Dîtin
muḧîbet derdêkî pîse mełên karêkî hasane
ewey ’îşqî le diłda bê be řoj û şew herasane
be daym her denałênê ke şêwawe wekû mecnûn
be şêtî têdegen ’alem diłên şêtî ecîndane
beşahîd bin ke min mirdim ne şêtî destî cînanim
meken pirsî be şêxî şêt biłê wehmêkî peryane
ḧisabatî min û mecnûn wekû beytî eskenderwan
degutrê min le beḧrî ẍem ’ezîzîş wa le ken’ane
ewa ’etrî henasey dê serim meste le mestî bo
dełêm ’etrî lebî yusif we ya xunçey le baẍane
şehîdî ateşî ’îşqim le řojî ḧeşirda yaran
le me’wa dadenîşim min ke wa cêgay şehîdane
esef nakem lebo kuştin ke kujrawim le řêy ’îşqa
nekujrawim be tenhayî ke kujrawin hezarane
ke samîNasnava edebî çend le hîcrane leser textî suleymane
ke kuştey tîrî mujgane le jêr ẍemzey xeramane