carê napirsî min bo zarîme

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  277 Dîtin
carê napirsî min bo zarîme
sebirim biřawe û lebê çarîme
kewa denałim çaw piř giryane
lebo xunçekey nêw beharîme
şêt û şeydayî çawî xumarîm
dił perêşanî lencedarîme
ya baẍî sîne û perçemî xawî
ya giryey baẍ û lale zarîme
ta namey bom dê çaw le giryanim
her çaw le řêga û întîzarîme
ta cwabî leylem dê be çalakî
ewa çaweřêy bay şemarîme
çake wek mecnûn řû bikeme kêwan
samîNasnava edebî serxoşî dû henarîme