’eybe şa’îr lem zemane yarî zułf û şane bê

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 1 Xulek  1402 Dîtin
’eybe şa’îr lem zemane yarî zułf û şane bê
ya supasî qametî gułzarî řûy canane bê
her kesê lafî edîbî wa le serya bo tema’
ḧeyfe eş’arî xerafî ya qisey efsane bê
şa’îrîy bîkey be kurdî yanî xawen hoş û bîr
çon ebê huşyar û zana û honerî lerzane bê
her edîbê xûy leser xał û xet û egrîce bû
min le heq dawa ekem xwa bîbřê her ba nebê
pyaw kesêke bo jyan û cîfe ta axirnefes
nokerî şêx û ẍułamî begler û aẍa nebê
xoşewîstî xwaye her kes qaç û şan û destî xoy
tûşî zeḧmet kat û lay kes milkeç û řîswa nebê
têgeyştû her enałênê lejêr barî xema
bê meraqî bo kesêke serserî û dêwane bê
muftîNasnava edebî herçend to ke honer nît û nawit honere
tawekû mirdin jyanit jînî însanane bê