lebo to dił perêşane, be řoj û şew le giryane
Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
1 Xulek
471 Dîtin
lebo to dił perêşane, be řoj û şew le giryane
le ’alem wa bê tirsawe, ke şêtî destî peryane
le wehmî gerdenî bellur, sulîmane diłîş wek mûr
le ’eqłî min gełî dûre, lutif ka çerxî dewrane
deba bes bê perîzade, be pence perçemet lade
bisûtê dił be řuxsarit ke teyrêkî le dawane
çi ḧacet pirsî luqmanî ke samîNasnava edebî kanî dermanî
le sîney baẍî leylaye dełêy baẍî beharane