şil kemer û qe ’er’er û salarî gułanî
Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
1 Xulek
440 Dîtin
şil kemer û qe ’er’er û salarî gułanî
qamet şil û mû sumbul û aramî diłanî
’aşiq be çe gerden keçe bo gesteyî ejder
bê naze dełên saze be diłxiwazî dezanî
ke ejderî to nameyî bo min xeberî bê
te’zîme ke řazîme biłê bête milanî
bonî keremêke ḧeremêke le demêke
ew çawe le řê mawe ke westawe bedanî
ew zîllete piř ’ezyetekey firsete fermû
qedemêke, elemêke ke dermanî dezanî
ke min ẍembartim, piř zartim, ẍemgîntim
wextim dije xot bimkuje to memde be manî
samîNasnava edebî heye her bo meye ew nameye key dê
esrêkî, xeberêkî bide ger be xeta nî