ke yarim diłî birdim heynêm zanî dułbere

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  318 Dîtin
ke yarim diłî birdim heynêm zanî dułbere
çengî xoy le diłî kirdim kirdîye ’ebid û nokere
xot be załim denwênî be yadim demsûtênî
wa dê bałay dejînê bew qedî wek ’er’ere
perçemî ’eynî şewe řûy wekî mahî newe
çawî mest û piř xewe mijganî wek xencere
be celladîm dedwênê çengî sûre le xwênî
kuştinî tom pê xoşe emma be derdîsere
carê ḧałim nazanê bê dîney řeḧmî kanî
nałê bo le giryanî bo kuştin dełê were
bo samîNasnava edebî le xwa nakey řeḧmî be minî şeyda key
bo carê řum tênakey dunya pêçî mêzere