wek se bî bê fîkir û hoşim çaw le dû dumem tewe

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  297 Dîtin
wek se bî bê fîkir û hoşim çaw le dû dumem tewe
be sibedawî zułfî tata bê xetabim bestewe
şew le nałînî fîraqit ḧałî min her şîwene
wa seḧer hat xew le çawit ta be key nařewtewe
na’umêdî wesłî xotim ger bikey xo dułbere
zor bitirsêtin le ahim gencî mahî newtewe
wek hejarî wek minit kirde nîşanî tîrî xot
bew cemalî şîrîn û hem tacî keyxusrewtewe
her le boyê dête berçawim be da’im řûy qemer
lame ahîney eristo qîsmî camî cemtewe
hîç nemawe sebir û taqet bendî suxmet labere
kes nebînî derdî ’îşqî û ḧesretî piř ẍemtewe
meykuje samîNasnava edebî xetayêka bîxe lutif û merḧemet
bo cezay giryey be qaqa bête naw fîrdewsewe