ey ’ezîzan agirêkim lenaw diłda heye

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  305 Dîtin
ey ’ezîzan agirêkim lenaw diłda heye
ateşî ’îşqî yare germ û wa piř giłpeye
xencerî mujganî tîj car be car řûm têdekat
řûy le min kird ezanim meylî celladî heye
demsûtênê le batî wesłî xoym pê bida
tifleyekî wa nefam çonî pê biřwa heye
ejderî wa leser şan nobeçî řoj û şewe
ta beyan pasewanî dergeyî ew baẍeye
ceyşî teymûrim nîye biçme cengî řomîyan
nakesî řom û ’ecem mayeyî ew fîtneye
sed keret ger bimkujî hergîz emênê «samit»
dengî şîrin xusrewe naw û dîwanî heye