çi nask bedene sîneyî wek baẍî behare

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  410 Dîtin
çi nask bedene sîneyî wek baẍî behare
ebroyî kemane demî teng û çawî xumare
bałayî şil û gerdenî bellur zułfî perêşan
pencey sûre be xwênî ’aşiqî bê der û çare
wek xencerî tênû bê be xwênî ’aşiqî şeyda
xwênî nerêjî yarî ẍirûr bê sebir û qerare
key bayî henasem ke biçê cewlane le zułfan
be xende ełê hatî ewa bo dîdenî yare
de samîNasnava edebî binałe lelam wekû bulbulî xoşxiwan
be to çî le baẍî kewa guł û xunçe bebare