çi nask bedene sîneyî wek baẍî behare

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  412 views
çi nask bedene sîneyî wek baẍî behare
ebroyî kemane demî teng û çawî xumare
bałayî şil û gerdenî bellur zułfî perêşan
pencey sûre be xwênî ’aşiqî bê der û çare
wek xencerî tênû bê be xwênî ’aşiqî şeyda
xwênî nerêjî yarî ẍirûr bê sebir û qerare
key bayî henasem ke biçê cewlane le zułfan
be xende ełê hatî ewa bo dîdenî yare
de samîPen name binałe lelam wekû bulbulî xoşxiwan
be to çî le baẍî kewa guł û xunçe bebare