nałeme wa řoj û şewê wek bulbulî xoşxiwan

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  338 views
nałeme wa řoj û şewê wek bulbulî xoşxiwan
bo xunçeye bulbul û min bo zułfî perêşan
karim ke giryane bigrîm deba wekû ye’qûb
bo min nîye ew derde ke kuştîtî hezaran
sebirit hebê binwaře ke sebrî hebû eyûbPerson
nałekî nekird carê lejêr ’ezyetî kirman
sebirim nîye çunkî be cebir sebrî diłî bird
xuna minî bîr kirduwe ew çerxeyî dewran
nêrgiz nîgeh û xałî ḧebeş û lehcey řomî
bê çareme membestewe bew zułfî perêşan
řeḧmî bike bew samîPen name hejare eto şahî
bê bexte ta key nayełî to bêtewe serdan