dełên leyla nemawe řûy kirde kam la yaran

From the Book:
Dîwanî Samî Ewdal
By:
Sami Awdal (1910-1985)
 1 minutes  312 views
dełên leyla nemawe řûy kirde kam la yaran
xoşîm le dił biřawe firmêskim dê wek baran
îmřo çîm lê qewmawe sa dił bû kwê torawe
be řûy leyla sûtawe karî derçû le karan
ya wekû bulbulane be nałe û neẍmexwane
ke ’aşiqî xunçane řûy kirdîte cobaran
le tawî zułfî çîne beyan dê bo guł çîne
ba semen û nesrîne deyba bo biřîndaran
hezar ’aşiq kujrawe her nawî mecnûn mawe
ya qelbî bê dił mawe le tawî çaw xumaran
be umêdî guł çîne herdem le ẍem noşîne
her boyê cêy noşîne da’im lenaw gułzaran
hate lat diłî samîPen name çunkî to dił aramî
tîmarî cergî zamî eflatunî bê çaran