ew baẍe ke dîtim îreme ya ne seba bû

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  360 Dîtin
ew baẍe ke dîtim îreme ya ne seba bû
ew mîḧnet û derdî diłekem giştî fena bû
erzî wenewşew perdeyî dîba bû be ałî
baẍ û çemen û bulbulî xoşxiwan le seda bû
gutim keremî cennete wa bo min ebedîy bû
şeytanî řeqîb hat û lewê lêm be beła bû
nûsrawe le defter ke bibînim ẍemî dunya
şêt û kere ew kes ke dełê suçî xuda bû
we’dêkî witit de’wete bo to were baẍî
umêdî keremim bû lelat wextî ’eta bû
hîcranî minî dîwe lelay leyle sefaye
yařeb çi bû ew diłe bo duçarî cefa bû
pêm go seneme řuḧî řewanim superit bê
pêm pêkenî yar ’etrî henasey ke be ba bû
bînî le milim zułfî sya şîfteme boyê
ew toqe le esła ke be dêwane řewa bû
her xot sebebî dił be ḧezînî ke denałê
suçî şewe wa qatîlî perwane çira bû
samîNasnava edebî le sebirma ke be manî hunerî kird
lew sebre dewa hat û ke qabîl be şîfa bû