ta seḧerman ’îşq û ḧuşret dest leser dû xunçewe

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  363 Dîtin
ta seḧerman ’îşq û ḧuşret dest leser dû xunçewe
neẍmexwanî bû le beynî dû hejarî kurdewe
çende xoşe suḧbetî pak bê le beynî dû hejar
şerit û peymanî bibestîn her be da’îm pêkewe
ca nesîm bê û bête cewlan zułfekanî çîn be çîn
pêm dełê dey heste ewca sêwî nexşîn lêkewe
zore bexşînit lelay min dîtnêkî bew kemit
aramî girt bulbulî dił bê seda bû xewtewe
pêm dego min bulbulêkim zor ẍerîbî guł dekem
ewe dełê to manî’it ka zor be xoşî û lutfewe
çîmenî baẍ û hełałe û coge û cobarekem
to muxeyîr bûy lewêda xunçe û guł biçnewe
kotrê dêtin lebo lam bendî suxmey şil deka
çende şîrîne lebo lam dê be keyf û lencewe
pêm dełê samîNasnava edebî lecenet to bimênî her lelam
her minim diłsozî tome dême yarî ẍemtewe