ger to yarî wefadarî bo xot were le hawarî

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  379 Dîtin
ger to yarî wefadarî bo xot were le hawarî
bo to ḧałî perêşane ey guł xunçey newbeharî
ey guł xunçey nêw behare dił hate lat bebê çare
le dawî zułfan aławe demê qaqa û dem le zarî
řû qemerî çaw ẍezale, pence sûrey řûmet ałe
bo kuştinî xet û xał bû perçemet bo dêne yarî
kiras ḧerîrî suxme ałim bika řeḧmê min bê ḧałim
mujey tîjit wekû xencer le cergî min kirdye karî
minim bê kes û řenceřo dabnîşim dest û ejno
çî min kirdim hemûy řoyî bo min mawe řenc xesarî
nesîm dê namem bo dênê dełê yar dêtin detbînî
xełatit bo hat lay leyla, dełê samîNasnava edebî bo xembarî