çirîke û dengî dê bulbul nesîm bonî gułan dînê

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  388 Dîtin
çirîke û dengî dê bulbul nesîm bonî gułan dînê
le baẍan xunçe xendane ke xunçe xoy dexemlênê
diłîş her hat û haware be mojganî biřîndare
be ẍemze û zułfî çîn çînî kewa ’aşiq desûtênê
be lence û zułfî dawdawî muje û ebro xet û xałî
biřînî kon û tazey min be carêkî besûdênê
řeqîb řûy řeş bê yařebî, le dû řûyî minî leyla
wekû şeytan dem û lêw û zimanî xoy deculênî
be şeytanî ewa samîNasnava edebî legeł leyla tewella kird
dełêy dêwe be seḧḧarî ke baranî debarênê