her wekû erzî xełq kird, adem û ḧewa nebû

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  381 Dîtin
her wekû erzî xełq kird, adem û ḧewa nebû
ayînî musa û hařun û miryem û ’îsa nebû
boyê waykird întiḧanî xoy û ewladî bika
xoy nenasîbû ke îblîs ’abîdî řîswa nebû
cêy gunahanîş le erze nabê cennatun ne’îm
ew demî cêgey yeqînyan cenetulme’wa nebû
wa’îzî ḧewt asman bo giştî cibrîl û melek
ḧetta pêşanî neda xwa hîç kesêk zana nebû
kê gunahkare le cinin û řołekanî ademî
ferqî ’isyan û welî ka kes lewan aga nebû
ferqî îblîs û seḧabî hate naw çawan ’elen
zorî înkare le ewwel hengî cêy biřwa nebû
leşkerî zułim û ḧeqîqet deng û řengêkî nebû
xo le pêşî întîḧana hîçî lêkdî cya nebû
dengî xwar û řengî řast wa řengî kird emrî xuda
samîNasnava edebîş be zîllet hate řêy řast xo le pêşa ça nebû