ger xuda neyda be çakî dujminî însane jin

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 1 Xulek  2050 Dîtin
ger xuda neyda be çakî dujminî însane jin
mar û dûpişk û piłingî şaxî hewramane jin
ger giłopî dûsedîş hełkey le mał û metbeqa
dûkełî ḧewş û ḧesar û jûr û berheywane jin
to de peyda key le řoja ew be sî danakewê
her xerîkî qawiç û qûç birdin û tałane jin
ger nexoşînit nebê sîldarî û dił piř le xem
çote naw cergit bedaym êş û derd û jane jin
ger legeł ewda beheştit pê biden lêy řa ekey
tawekû mirdin ’ezîzim derdî bê dermane jin
gerçî şêwey şoxuşeng û dûkuj û piř ’îşwe bê
to le ber çaw û diłit şêwey wekû şeytane jin
bo xirapî ew qełem eşkê û zimanîş koł ebê
qabîzîş řazî nebê her îşî gyankêşane jin
her bijî muftîNasnava edebî ke wa daym leřêy řastî eřoy
her biłê ta mirdinit derd û bełay însane jin