le dinya la edem emca heta hem řêy xwa egirim

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 1 Xulek  671 Dîtin
le dinya la edem emca heta hem řêy xwa egirim
řewştî sofî û derwêş û tekye û xaneqa egirim
legeł aẍa û beg û xanda heta hem têkełî nakem
be dił mîḧrabî mizgewt û be dem şêx û mela egirim
ebînim min ke ’alem sînemaye seyrî satêke
wekû dêwane řêy cumle kenar û sûç û la egirim
řewştî min le xake xakî jêr pêy xełk ebim daym
wekû ẍerbî leberçî min eçim řêgey hewa egirim
eger bêt û gunahim kem bika bo axirim ça bê
çi derbestim be řoj û şew elerzim lerz û ta egirim
ełên şêwey musułmanî xem û derd û perêşanî
ke wa bû sed şukur xo min hezar derd û beła egirim