ger xuda bîda be çakî dewłetî şahane jin

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 2 Xulek  1961 Dîtin
ger xuda bîda be çakî dewłetî şahane jin
nî’metêke wek beheşt û hawdemî pyawane jin
bo diłêkî bê xem û şexsêkî bê derd û elem
gewherêkî şewçiraẍî jûr û berheywane jin
ger kemukûřît le małîşa hebê bakit nebê
bo kemukûřî tirazûy komełî xêzane jin
jin lelay pyawî nezan û serserî nirxî nîye
bo jyanî komełî baştir le mîr û xane jin
bo supasî basî çakî çî beyan kem her keme
cût û aş û nan û berg û baxçe û bêstane jin
ba’îsî aramî qelb û merhemî derd û birîn
bo hemû derdê dewabexşêke wek luqmane jin
dewłetêkî piř le şewq û zewqe daym bo beşer
nî’metêkî xoşewîstî û bê ser û samane jin
key guł û gułzarî baxatî êrem wek ew ebê
baxî saḧêb zînet û piř lu’lu’î mercane jin
bo kesê nûrî suleymanî le qelba bê yeqîn
paye meḧkem kirdinî hem dîn û hem îmane jin
zortirî ’eyşî beheştî ḧurî al’îninErebî kiçin
lezzet û xoşî beyanatî lenaw qur’ane jin
bêt û ger mułkî kemał û gencî ḧusnî yek kewê
ger dûsed gencî leser danêy ełêm herzane jin