ewî be gencî gunahan deken

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  375 Dîtin
ewî be gencî gunahan deken
wextî ke pîr bûn tobey lêdeken
be çî dezanin lebo xudaye
yan leber weytî ke lomey neken
***
çûnkî dunyay xward mawe qyamet
bo ḧorî û ẍîlman debatin hełmet
dunyay çi lê kird ewîş wa lê ka
bîxate xaney bê qedir û qîmet
***
be qîmet nîye û qîmetîş nabê
bełkû pêwîste le emrî xwa bê
ewî deykiřn pêyan nakřê
ewî bê samin bo wanîş nabê