sedayek dê le yesrîbda dengî dêtin mistefa

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  439 Dîtin
sedayek dê le yesrîbda dengî dêtin mistefa
wa defermuwê ometim çû kewte naw keyf û sefa
wazî hênawe emîrî wa dexon xemir û şeřab
’amîlî kifrî le zare wa le taw derd û cefa
dengî kifir û zułim û şîrke erzî piř kird wa temam
asmanî her ḧewt delerzî ta degate munteha
şîn deken bo dînî ełła pak nebatatî erz
giştî ḧeywan û tîwir û mang û řoj û kewkeba
cem’î têkeł bûn be carê zîdî yelda û nařeza
kewte naw deryay gunahan şah û derwêş û geda
min be mirdin zor řezame şîne ew ’esre le bom
xo wekîlî nebye tênîm post nişînî wek mela
řû kene sam û nedamet bes le řêy şîrk û zułim
nîyetî xotan megořn tunde ew řojî ceza