wesfî be çakî îxtyarî xwaye

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  406 Dîtin
wesfî be çakî îxtyarî xwaye
bo ademîzad dînî danaye
dînî bo danayn ta leserî biřoyn
ewî bê dîne wek gurg waye
***
hawar be ḧałî qewmanî bê dîn
daym maynewe û leser fesadîn
be cê demênîn le kostanî jîn
xoman nazanîn lebo kê deçîn
***
kesman nazanîn qur’an çî dełê
leber nezanî her dełên bełê
qur’an boye hat omet bîzanê
xwa key gutîtî kes be kes nełê
***
qewmî cahîl û bê dîn û kezab
layan xoş debê areq û şeřab
îmanman hebê û dînî bizanîn
wabê sam nabîn bê şerim û ḧicab