şehsiwarî dû cîhan û şehsiwarî meḧşerî

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 2 Xulek  449 Dîtin
şehsiwarî dû cîhan û şehsiwarî meḧşerî
elḧeqe toy bo ḧeqîqet hem řesuł û benderî
emrî ełła hat lebo to ceyşî me’min ḧazre
to biřo bo ser yehudî wek ře’îsî ẍeyberî
wek leberqî ewel kirdî îşareyî fetḧî řom
ca nezerken çakî umet derdî ḧałî qeyserî
paşî qeyser şahî mîsir û taqî kîsra û behmenit
pak řoyî giştî fewta kame xifer û mînberî
şîrî to bû le řûy zułma hełkişawî dem be xwên
ẍalb wa paşa ke bexşît bû be małî ḧeyderî
nebyetî bo gewreyî musa û ’îsayî miryem
emma muḧemmed gewrey nebyetî û pêẍemberî
kes nemawe leser dînit ey ře’îsî mułkî dîn
lew ’esreda mawe bêkes ka ře’îs û serwerî
bimderê mexsed le dunya ya ẍenî bû ya sexî
bibînim ca hem netîcey bîr û xwanî cewherî
minḧî erze dînî îslam dane duřřî gewhere
dînî ełłaye be îspat mîslî daney gewherî
bê kesêkim min hejar û řû le kê kem ẍeyrî to
întîzarim ta bifermûy bême xakî ’enberî
ke samîNasnava edebî dił ḧezîne ẍerqî deryay eşkî xwêne
gunahkar û řû leşîne toy ře’îs û mîhterî