ḧezretî miḧemmed emîn defermuwê:

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  422 Dîtin
ewa ḧedîsî qatîl û meqtûl
boy îspat kirdîn xwênřîjî mes’ûl
le wextêkda bû ke fermûy tewaw
katêkman zanî ke hate pêş çaw
yaxwa her nejî însanî nezan
bew pêẍemberey bo naynî îman
şiklî pyaw kujî le çawî kujraw
ḧezret dîtîtî wek sêber û taw
ewey dekujrê û ewî kujrawe
lêyan nořîwe hemûy tewawe
boye fermûyetî takû pyaw kujan
řêgayan nedeyn lebo xwên řijan
debê le gunahkar řûman wergêrîn
emrî pê kirawe û emrêkî zêřîn
êmeş le gunahkar xo nizîk dekeyn
bo řêy xwaruxêç wek ’ebid û leleyn
be ême dełên îslamî benaw
şahîdî dedeyn be nan û doşaw
herçî ke gutyan her dełên waye
însanîş wabê wek ker û gaye
însanî nezan hergîz ça nabê
meger nezanî la berîn ça bê
xo şêxî gewre û murşîdî şamî
cehlî danawe be řêgay samîNasnava edebî